• Tuesday, 17 February 2026
logo

Ehmed Turk: Em nûneratiya gelekî dikin

Gulan Media February 9, 2015 Nûçe
Ehmed Turk: Em nûneratiya gelekî dikin
Hevserokê Şaredariya Mardînê ji revenda Kurd ya li Elmanyayê xwest ku roja 8ê Gulanê berê xwe bidin sindoqên dengdanê û beşdarî proseya hilbijartinên Parlementoya Tirkiye bibin.

Hevserokê şarederiya Mardînê daxwaz ji dengderên Kurd ên li Elmanya kir ku di helbijartinên Parlementoya Tirkiye de berê xwe bidin sendoqên dengdanê û dengê, ku birayre ew prose di 8ê Gulana bê de wê li derveyî Tirkiye destpêbike.

Di heyama beşdarîkirin di çalakiyên ku li bajarê Hamburg yê Elmanya birêveçûn, Hevserokê Şarederiya bajarê Mardînê, Ehmed Turk gotarek bo alîgirên xwe pêşkêşkir û amaje bi wê yekê kir ku, wan karîbûn sê caran li ser lîsteya bê alî rêjeya pêwîst a dengan bidest bixînin û biçin Parlamentoya Tirkiyê û got: “Em nûnerê gelekî ne, lewma em nikarin heta dawiya temenê xwe bêyî alî beşdariyê di helbijartinan de bikin, divê em ji îro û pêde xwe biselmînin.”

Ehmed Turk amaje bi wê yekê jî kir ku, nêzîkî 400 hezar kes bi regez Kurd li Elmanya hene û ew rêje jî bandorekê mezin li ser proseya dengdanê li Tirkiyê dike.

Turk balkişande ser wê yekê ku “Em ne dilgiranin ku nikarin dengên pêwîst bidest bixînin, lê ew girînge di siyasetê de rê û şûnên taybet bigrin, tirsa me ji sernekftinê nîne, me bi salan kar li ser wê yekê kiriy ku yasa rêjeya pêwîst nehêle lê ew rêje hişt, eger me nikarî jî û wê helbijartinê ji dest bidin, çi ji dest didin?”

Hevserokê şaredariya Mardînê aşkere jî kir ku, ligel hêzên demokratîk ên Tirkiyê bi hevre kar bikin û got: “Tevgera Çep li Tirkiyê dizane ku, bi bê netewa Kurd ti guhertinek na qewime û derbarê pirsa Kurd û şoreşa Kurd de, niha nerînên cuda peydabûne û em jî ligel hêzên demokartîk li Tirkiyê niha di nava hevahengiyeke baştir de ne.”

Proseya helbijartinê Parlementiya Tikriye roja 7ê Hezîrana bê li nava Tirkiye birêve diçin, lê ji bo welatiyên li derveyî Tirkiye, ew helbijartin roja 8ê Gulanê birêve diçin.

Rudaw
Top