• Tuesday, 17 February 2026
logo

Êrîşa bejayî li dijî DAIŞê amade dibe

Gulan Media February 9, 2015 Nûçe
Êrîşa bejayî li dijî DAIŞê amade dibe
Hevpeymaniya navdewletî ya li dijî rêxitsina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ), operasyoneke bejayî bi mebesta azadkirina Mûsilê ji dest rêxitsina navborî amade dike, ji bo wê mebestê jî 12 lîwayên iraqî hatine pêkanîn.

Organîzatorê hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê general John R. Allen ragihand ku, di demek nêzîk de wê êrîşeke bejayê li dijî çekdarên DAIŞê li Mûsilê pêk were, bi mebesta azadkirina wî bajarî ji dest çekdaran.

Roja 9ê Hezîrana sala 2014an çekdarên DAIŞê bajarê Mûsilê girtibûn, piştî ku hêzên artêşa Iraqê ji pêgehên xwe reviyabûn û ti bergirî li dijî êrîşa çekdaran nekiribûn.

John R. Allen di daxuyaniyekê de ji bo ajansa Betraa ya urdinî aşkere kir ku, ji bo êrîşa bejayî li Mûsilê “12 lîwayên iraqî hatine perwerderkirin û çekdarkirin, bi piştgiriya dewletên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê.”

Li gor gotina Allen, praniya endamên wan her 12 lîwayên iraqî ji xortên hozên ereb bi taybetî ên Sine ne, perwerde jî li ser destê Hêzên Amerîkî yên Taybet wergirtine.

Navborî red kir ku ti guhertin di stratejiya hevpeymaniya navdewletî de çêbûbe û got: “Stratejiya me diyare, ew jî şikandina DAIŞê ye.”

John R. Allen ku di heman demê de nûnerê Serokê Amerîka Barack Obama di hevpeymaniya navdewletî de ye ragihand ku, di nêzîk de ewê berê xwe bide Rojhilata navîn ji bo berferehkirina hevpeymaniya navdewletî.

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Tabaxa sala 2014an hatiye pêkanîn, niha jî 62 welat têde endamin.

Dibe ku Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê jî di wê êrîşa bejayî ya li dijî DAIŞ li Mûsilê de beşdar be. Ev pirs jî di hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ya ku pêr 7ê Sibatê li bajarê Munich li Elmanya behsa heman pirsê kiribûn, lê heta niha helwesteke zelal ji aliyê Pêşmerge ve nehatiye xuyakirin.

Basnews
Top