Barzanî: Ti pisporekî leşkerî yê Îranê li Başûr tine
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpevînekê de digel rojnameya erebî ya Heyatê, ku li Londonê tê çapkirin, li ser pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îranê diyar kiriye ku ti arîşeyek di navbera Hewlêr û Tehranê de tine.
Mesûd Barzanî li ser alîkariyên Îranê bo Pêşmerge di şerê DAIŞê de jî gotiye, piştî ku DAIŞê êrişî Başûrê Kurdistanê kir Îranê du balafir alîkarî şand Hewlêrê û niha jî hinek caran dişîne.
Li gorî Barzanî, ti pisporeke leşkerî yê Îranê li Başûrê Kurdistanê tine lê Îran dixwaze cihê nigê xwe li Iraqê qahîm bike.
Serokê Herêma Kurdistanê di bersiva vê pirsê de ku gelo ew dikare di heman demê de him dostaniya Alîkarê Serokê Obama, Joe Biden bike him jî dostaniya pasdarê îranî yê bi navê Qasim Silêmanî bike, wiha gotiye:
“Ji bo min mesela netewa min girîng e, ti karê min bi nakokiyên navbera Îran û Amerîkayê neketiye. Kîjan alîkariya kurdan bike divê mirov spasiya wî bike.”
Barzanî her wiha aniye ziman ku lihevhatina Amerîka û Îranê dê bandorê li ser hemû herêma Rojhilata Navîn bike.
Rudaw
