• Tuesday, 17 February 2026
logo

Akdogan: Demîrtaş peyama Ocalan biçûk nîşan dide

Gulan Media February 8, 2015 Nûçe
Akdogan: Demîrtaş peyama Ocalan biçûk nîşan dide
Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Yalçîn Akdogan rexne li Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş kir û got, Demîrtaş daxuyaniyên Ocalan “biçûk” nîşan dide.

Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Yalçîn Akdogan, ji televîzyona CNN Turkê re li ser “pêvajoya çareseriyê” axivî û ragihand, pêvajo gihîştiye qonaxeke girîng û got, destpêkirin û domkirina hevdîtinên bi Ocalan re tiştekî girîng e. Akdogan wiha anî ziman:

“Ronahiya devê tunelê baş xuya dike êdî. Lê divê ev yek neyê biçûkkirin, neyê bêqîmetkirin û neyê sivikkirin.”

Yalçîn Akdogan behsa daxuyaniya Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş jî kir ku gotibû “eger van rojên pêşiya me daxuyaniyek hat dayîn bila ti kes wisa hêvî neke ku dê tiştên mezin bibin, ji ber ku pêvajo bi awayekî rûtînî dimeşe” û wiha got:

“Dema Ocalan piştî hevdîtinên Îmraliyê peyamekê dide, Hevserokê HDPê vê peyamê biçûk nîşan dide û mîna tiştekî rûtîn lê dinêre. Ez vê yekê fêm nakim birastî. Çima wisa dike? Ocalan bixwe dibêje ev hevdîtin dîrokî ne, vêca rûtîn dîtina van hevdîtinan gelo çiqasî rast e?!”

Rudaw
Top