Barzanî: Pêwendiyên min û Ocalan hene
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di beşa duyemîn a hevpeyvîna xwe de digel rojnameya erebî ya Heyatê, daxuyaniyên girîng li ser şerê DAIŞê, pêwendiyên xwe û Ocalan û hinek mijarên din da.
Mesûd Barzanî diyar kir ku ji bo parastina Kerkûkê pêwîstiya Pêşmerge bi ti hêzeke din tine. Barzanî li ser îdiayên ku dibêjin Iraq dixwaze 5 hezar milîsên şîe yên bi navê “Heşdî Şeibî” ji bo parastina Kerkûkê bişîne wir jî wiha got:
“Pêwîstiya me bi Heşdî Şeibî tine û em nahêlin ti hêzek derbasî nav Kerkûkê bibe. Dema lazim bû emê ji dost û hevpeymanên xwe bixwazin. Lê niha Heşdî Şeibî lazim e ne jî hêzek din.”
Serok Barzanî derheqê bicîhbûna hêzên Iraqê di nav Kerkûkê de jî diyar kir ku divê sedem û cinê hêzên iraqî li Kerkûkê bi temamkî were eşkerekirin û zanîn û wiha axivî: “Divê bê zanîn ka dê çima werin û çi bikin. Pêşmerge dê li kuderê be ewê li kuderê bin. Divê jihevfêmkirin hebe.”
Barzanî li ser pêwendiyên xwe û Rêberê PKKê Abdullah Ocalan jî wiha got: “Belê, hinek caran pêwendiyên me çêdibin. Em bi rêya xûşka hêja Leyla Zana nameyan ji hev re dişînin. Ocalan di mijarên giştî de daxwaza alîkariyê ji min kiriye.”
Li ser amara kuştiyên DAIŞê di şerê Pêşmerge jî Barzanî da zanîn ku heta niha herî kêm 3 hezar çekdarên DAIŞê di şerê Pêşmerge de hatine kuştin.
Li ser serxwebûna Kurdistanê jî Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku ew dixwaze Kurdistanê mîna dewletek serbixwe bibîne.
Di bersiva vê pirsê de jî ku gelo qesta wî ji Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê ye yan Kurdistana mezin, Barzanî wiha got: “Ez niha behsa Başûrê Kurdistanê dikim.”
Mesûd Barzanî di bersiva pirsa ku gelo tu hazir î piştî ewqas şer û xebat dest ji kursiya serokatiyê berdî? De jî wiha got:
“Helbet ez hazir im vê yekê bikim. Ez hez dikim vê emanetê bidim destê kesekî din. Ez ti carî naxwazim heta di jiyanê de mabim serok bimînim. Ez naxwazim ezmûna yên din dubare bikim. Ez dixwazim di wextekî de dest ji kursiya xwe berdim ku gel bêje bernede. Ez eşkere dibêjim, xebata min û heybeta min ji wê kursiya ku ez li ser rûniştime, mezintir in.”
Li ser çûyîna eniya şer jî Barzanî diyar kir ku ew qet xwe general nabîne lê ew Pêşmerge ye.
Rudaw
