• Tuesday, 17 February 2026
logo

Wezareta Pêşmerge gotegotekê red dike

Gulan Media February 8, 2015 Nûçe
Wezareta Pêşmerge gotegotekê red dike
Şeva borî gotegotek hat belavkirin ku dibêje firokeyên hevpeymanan bişaşî otombîleke Pêşmerge bombebaran kirine, lê Wezareta Pêşmerge dibêje ti bûyereke ji wî corî neqewimiye û wê gotegotê bi dûr ji rastiyê dide zanîn.

Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê red dike ku, ti Pêşmergeyek bi sedema bombebaran kirina firokeyên hevpeymanan şehîd û birîndar bûbe.

Şeva borî, 07.02.2015, gotegotek hatibû belavkirin ku, li eniya Guwêr-Mexmûrê firokeyên şer ên hevpeymanan bi şaştî otombêleke Pêşmergeyan bombebaran kirine û ji ber wê yekê, hejmarek Pêşmerge şehîd û birîndar bûne.

Rêveberê Ragihandinê li Wezareta Pêşmerge Helgurd Hikmet ji BasNewsê re got: “Ti Pêşmergeyek ji ber bombebaran kirina firokeyên şer ên hevpeymanan şehîd û birîndar nebûye û ew nûçe jî dûre ji rastiye.”

Çend rojin, firokeyên welatên hevpeymanan dijî pêgehên çekdarên DAIŞ`ê li sînorê parêzgeha Mûsilê bi dijwarî bombe baran dikin, vê yekê jî zirareke mezin bi pêgehên çekdarên wê rêxistinê kirine.

Basnews
Top