• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serok Barzanî: Çekên ku gehêştine me bandora xwe hebû

Gulan Media February 8, 2015 Nûçe
Serok Barzanî: Çekên ku gehêştine me bandora xwe hebû

Serokê Kurdistanê dibêje ew çekên ku gehêştine hêzên pêşmerge bandora xwe hebûye.

Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di çarçoweya konferasa asayîşa cîhanî de yaku li bajarê Munichê hatiye lidarxistin beşdariya semînarekî kir û balêşande ser şerê dijî terorîstên DIŞIê yaku ji aliyê hêzên pêşmerge û gelê Kurd ve tê meşandin û got: Hêzên pêşmerge karîne derbên dijwar li terorîstên DIŞIê bidin û erdnigariyeke berfire ji destê terorîstan azad bikin.

Serok Barzanî herwiha eşkere kir ku hêzên pêşmerge derbên gelek dijwar li terorîstan dane û serkeftinên gelek mezin bidest xistine û ev çekên ku heta niha ji hêzên pêşmerge re hatine şandin bandora wan hebûye û îro jî hin alî soz dane çekên din ji bo hêzên pêşmerge bişînin.

Derbarê rewşa aware û Penaberên ku li Kurdistanê de ne Serok Barzanî got: Heta niha Kurdistanê pêşwaziya zêdetir ji 1miliyon 600 hezar Penaberan kiriye û ew hijmara han ya zêde jî rewş hine aloztir kiriye jiber ku hevkarî kirina tevahiya wan Penaberan astê karîn û derfetên hikûmeta Kurdistanê derbas kiriye.

Di bersifa pirsekî de derbarê mafê gelê Kurd û sîronên Kurdistanê û peymana skakspicotê de jî Serok Barzanî got: Piştî sed sal ji vê peymana han, ev dabeş kirina ku li gor peymana han pêk hatibû mafên gelê me bipê kiribû lewre lazime ev dabeşkirina han li gor xwestekên gelê deverê ji nû ve were nirxandin.
Top