50 gundên din li Kobanî hatin rizgarkirin
Peyamnêrê Rûdawê li eniya şer li Kobanî Imer Kalo ragihand ku hêzên kurdî li hersê çeperên şer li Kobanî pêşde diçin û heta niha zêdetirî 150 gund kontrol kirine.
Imer Kalo got ku li rojhilatê Kobanî bi derdora zêdetirî 25 kîlometran, şervanên YPGê bi piştgiriya topbarana Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û bombebarana balafirên hevpeymaniya navdewletî, gundê Qeremux derbaskirine û ber bi gundê Bexdikê ve pêşde diçin û nêzîkî gundên Til Ebyedê bûne.
Herwiha li aliyê başûrê Kobanî jî bi derdora 30 kîlometran, hêzên kurdî li başûrê gundên Qumçî û Berxbatanê ber bi çerxerêya Sirînê ve pêşde diçin.
Peyamnêrê me diyar kir ku li rojavayê Kobanî jî bi derdora 30 kîlometran, hêzên kurdî li derdora gundên Cibnê û Pendir ber bi çemê Ferat û bajarokê Şiyûx ve pêşde diçin.
Kalo anî ziman ku hêzên kurdî zêdetirî 150 gundên Kobanî ji destê çekdarên DAIŞê rizgar kirine û dema ragihandina rizgarkirina tevahiya hemû gundên Kobanî nêzîk bûye.
Rudaw
