• Tuesday, 17 February 2026
logo

Naveroka civîna Barzanî û Ebadî

Gulan Media February 8, 2015 Nûçe
Naveroka civîna Barzanî û Ebadî

Di çarçoveya 51emîn Kongreyê Ewlekariya Navdewletî ku roja 06.02.2015an li bajarê Munich yê Elmanya destpêkiriye, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civînek pêkanîn.

Peyamnêrê BasNewsê Armanc Agîd Nêrweyî ku li kongreyê amade ye ragihand ku, piştî bidawîhatina civînê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civîna ligel Heyder Ebadî bi erênî û baş ji medyayê re da zanîn.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku, di civîna ligle Barzanî de behsa proseya azadkirina Mûsilê, şerê li dijî DAIŞê, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û herwiha behsa pirsa pwtrolê jî di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye gotûbêj kirin.

Şanda ligel Ebadî ji Wezîrê Darayî yê Iraqê Hoşiyar Zêbarî, Wezîrê Navxwe yê Iraqê Mihemed Salim Xeban û Balyozê Iraqê li Elmanya Husêl el-Xetîb.

Hweriha Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyid Qadir, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên, berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa û nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Elmanya Dilşad Barzanî ligel Barzanî ne.

Basnews
Top