• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Bexdayê 4 teqîn.. 79 kuştî û birîndar

Gulan Media February 8, 2015 Nûçe
Li Bexdayê 4 teqîn.. 79 kuştî û birîndar
Li paytexta Iraqê Bexdayê, di encama 4 teqînan de 22 kes hatin kuştin û 57 kesên din jî birîndar bûn.

Çavkaniyekê ji Rûdawê re ragihand: “Duh 2 teqîn li bazara Erebî ya nîva Bexdayê rû dan û di encamê de 9 kes hatin kuştin û 32 kesên din jî birîndar bûn.”

Herwiha Berdevkê Operasyonên Bexdayê Sed Men ji Rûdawê re ragihand ku, “Teqîneke din li navçeya Bexdada Nû rû da û encamê de 13 kes hatin kuştin û 25 jî birîndar bûn.”

Sed Men wiha got: “Ew teqîn bi rêya xwekujekî bû li nav xwaringehekê li nêzîkî sînemaya Beyza ya rojhilatê bajêrê Bexdayê qewimî û di encamê de 6 kes hatin kuştin û 21 kesên din jî birîndar bûn.”

Herwiha îro teqînek din li Bexdayê, li navçeya Şeb ya rojhilatê bajêr qewimî, lê heta niha ziyanên wê nehatine xuyakirin.

Rudaw
Top