Barzanî: Cografiya nû bi xwînê tê nexşandin
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke rojnamevanî de li odeya operasyonên nêzîk sînorê di navbera Herêma Kurdistanê û çekdarên DAIŞê de ragihand “Ew sînorên Sayiks-Bîko sînorên destkirdin û ew sînorên ku niha li navçeyê bi xwînê hatine nexişandin du navbera yek welatî û welatan de, wek amajeyekê ne bo wan bûyeran ku li Sûriye û Yemen û welatên din çêdibin.”
Barzanî di wê hevpeyvîna ligel rojnameya Alhayat a Erebî de tekez dike ku, pêwîstiya Iraqê bi awayekî din heye eger bixwaze yegirtî bimîne, diyar kir jî ku, erebên Sune mezheb li Iraqê ziyaneke mezin dîtine di vî şerê li dijî DAIŞê de, ji ber ku şer di navçeya wan de ye, bi vê yekê jî gelek gund û bajarên wan wêran bûne.
Serokê Herêma Kurdistanê tekez li ser serkeftinên berdeam ên Pêşmergeyên Kurdistanê kir û ragihand ku, Hêzên Pêşmerge şikesteke mezin gihandine DAIŞê, pêwîstî bi çekên giran heye da ku bi temamî pişta DAIŞê bê şikandin û diyar kir ku, şerê li dijî DAIŞê gelekî zehmetir e ji wî şerê li dijî hêzên Sedam Hisên hatibû encamdan.
Barzanî balkişande ser metirsiya DAIŞê û got ku, DAIŞ metirsiyeke mezin û niha ji 50 hezar çekdarê pêk tê, ku li Sûriyê û Iraqê ne, herwiha kesen şehreza û pispor û efserên xanenişînkirî ji Artêşa Soviyêtî, Ozbekistan, Kazaxistan, Tetar û Çîçanê di nav rêzên wê de hene, herwiha beşek ji çekdarên wê Pakistanî ne û hejmarek ji efserên artêşa berê ya Iraqê jî tevlî çekdarên wê hene.
Di dirêjiya gotinên xwe de, Serokê Herêma Kurdistanê ragaihand ku, çekdarên DAIŞê pişt bi otombîlên bombekirî û çekên nîşangir girêdane, herwiha bi hûrî topan bikar tînî û serkevtî ne de vê derbarê de, ew jî bi rêya biştgirêdan bi efserên xwedan şehrezayî.
Barzanî balkişande ser çek û otombîlên di dest DAIŞê de û da zanîn ku, piştî girtina Mûsilê, hezar û heft sed otombîlê Zirîpoş ketin dest çekdarên DAIŞê de, ji bilî çek û teqemeniyên ku ji artêşa Sûriyê bo wan dimîne.
Derbarê rola firokeyên hevpeymana Barzanî got: “Bandoreke wê ya mezin heye, bêyî alîkariya welatên hevpeymanan, dê ew ceng demeke bêhtir dirêj bike û ziyanên mirovî jî dê zêdetir bin, herwiha Îran jî ji wan welatan bû ku destpêşxer bû di alîkariyan de û heta niha alîkarî û hevkariyê pêşkêş dike.”
Barzanî aşkere kir jî ku, gelek caran xwestibû ku serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî razî bike da ku Mûsilê ji metirsiyê rizgar bike “Lê diyar bû ku Malikîkî gelek kîna wî li dijî Kurd hebû.”
Basnews
