• Tuesday, 17 February 2026
logo

Sekreterê NATOyê: Teror gihîştiye nava kolanên me

Gulan Media February 7, 2015 Nûçe
Sekreterê NATOyê: Teror gihîştiye nava kolanên me
Sekreterê giştî yê NATOyê General Jens Stoltenberg derbarê gefa DAIŞê û komên radîkal li ser tevahiya cîhanê de hişyarî da ku teror gihîştiye nava kolanên wan.

Jens Stoltenberg di gotara xwe de li Konferansa Ewlekariya Navdewletî li Mîwnşinê, got, hemû tundûtûjiyên DAIŞê li navçeyê û gefa wê li ser welatên Ewropayê wiha dixwaze ku cîhan bi awayekî tundtir şerê wan grûpan bike, ji ber ku teror gihîştiye nava kolanên wan.

Herwiha Wezîrê Bergiriyê yê Brîtanyayê, Maykil Falon di gotara xwe de li heman konferansê behsa rewşa Ukrayna û gefên DAIŞê kir û got: Gefên wê rêxistinê li ser welatên rojava ciddî ne û divê rojava rûbirûyê wan gefan bibe.”

Falon bal kişande ser bûyerên Parîs û Borksilê û got: “Ew nimûneya herî diyar ya gefên li ser Ewropayê ne.”

Wezîrê Bergiriyê yê Fransayê Janf Lodria jî di gotara xwe li konferansa Mîwnşinê de, başbûna ewlekariya navdelwetî bi têkbirina grûpên terorîstî ve girêda û got, êrîşa Parîsê nimûne ye û divê li nav bajaran hewlên zêdetir ji bo nehiştine gefan bên dayîn.

rudaw
Top