Endamên C.N.K dixwazin bibin Pêşmerge
Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê (C.N.K) peyamek arasteyî SErokê Herêma Kurdistanê kirine û têde daxwaz ji Barzanî dikin ku fermanê bide da ku endamên wan tevlî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bibin.
Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê (C.N.K) lê hêviya fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ne, da ku hejmarek ji endamên wê werin Başûrê Kurdistanê û ligel Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li eniyên şerê li dijî DAIŞê beşdar bin.
C.N.K di peyamekê de ku ji bo Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî şandiye, herwiha kopiyek ji peyamê bi BasNewsê hetiya şandin, dibêje ku ew amade ne bi her awayî candîayên Kurdistanê bin, herwiha daxwaz ji Barzanî dikin ku fermanê bide da ku 30 kes ji wan tevlî Pêşmergeyên Kurdistanê bibin.
Naveroka nameya C.N.K bo Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî:
Ji Serokê Dewleta Kurdistanê Mesûd Barzanî re
Di dîrokê de hêzên ku ji gelê Kurd û Kurdistanê re û mafê wan yê heq re dijminiyê dikin hebûne. Kurd, li ser axa xwe, ji bo mafê xwe û ji bo rewatiya xwe têdikoşe û serdikeve. Hêzên li dijî gelê Kurd, ku di nav hisabên dîrokî de ne ji ber vê meselê, her gav bi derfet û lîstokên xwe dibin asteng. Ji serî ve bêdûrebîna helwesta dewleta Êraqê û şavêriya li dijî Kurdan aşkera ye. Di demên dawî de gefên DAÎŞê ku ji Herêma Kurdistanê dikirin jî ji ber vê helwesta dewleta Iraqê bû.
Di dîroka 29 Pûşper-Hezîran 2014an de li Amedê “Ciwanên Netewî Yên Kurdistanê” hat damezirandin û ji wê rojê heya îro di demeke kin de me di nav gelek çalakî û aktîwîteyên neteweyî de cih girt. Ciwan, ji bo pêşketina ramana siyaseta neteweyî, bi hişmendî û riheke neteweyî û nûjen hatin rêêxistin. Bi vê rih û hişmendiyê em li her perçê Kurdistanê dibêjin ku divê li dijî Kurdan û yên ku li ser erdnigariya Kurdistanê dijîn, heke li ser wan êriş, komplo û gef bên kirin, divê hemû gel bihestiyarî nêzîk bibe. Em wek Ciwanên Netewî yên Kurdistanê dixwazin bînin ziman ku ji bo fedakariyeke bi her awayî û bêberjewendî ji bo piştevaniyê amade ne. Cara yekemîn û bi qefleya 30. kesan em ciwan li benda we ne ku hûn ferman û destûra me bidin, em bên ba gelê xwe, êş û jana wan parve bikin û li dijî êrişên qîrêjî li eniya şer, şer bikin.
Ciwanên Netewî Yên Kurdistanê
Basnews
