Erebkirina herêmên kurdî li Rojavayê Kurdistanê
Piştî ku desthilata Sûriyê sala 1963 kete destê Partiya Baasê de, rejîmê biryara erebkirina herêmên kurdî da. Vê erebkirinê ne tenê şûn, war, gund û bajar li xwe girt, lê belê nav, ziman, xwendin, huner û stranên kurdî, ligel hemû aliyên jiyana civakî, aborî, perwerdeyî, hizrî û rewşenbîrî jî li xwe girt.
Wateya (Erbekirin) yan (Taarîbkirinê) derbarê kurdan, ew e ku navên mirov, dukan, şûn, war, gund, bajar û herêman bibine erebî.
Herdu projeyên bi bandor di vî warî de, “Amara Awarte” ya 05.10.1962 ku rojekê tenê dirêj kir, herwiha Zinara Erebî bû, ku bi navê (El-Hizam El-Erebî) hate naskirin.
Zinara Erebî
Zinara Erebî projeyeke rejîma Baas a sûrî bû, lê di sala 1965 de, kete kar. Armanc ji Zinara Erebî ew bû ku navçeyên kurdî li Cezîra Sûriyê, ango li parêzgeha Hesekê ku bi berê 23000 km duca ye, ji kurdên niştecî yên xwediyên wan deveran, vala bibin, bi mebesta bicihkirina malbatên ereban, li şûna wan kurdan.
Ev proje bi dirêjiya 350 km û kûrahiya 20 kîlometreyan e. Ji sînorê Herêma Kurdistanê heta Serê Kaniyê ye.
Desthilata Sûriyê dest danî ser zeviyên kurdan, bi mebesta ku Erebên navçeyên derdora Reqa û Helebê, biguhêze bo navçeyên kurdî, bi behaneya ku zeviyên wan bi sedema dirustkirina Bendava Feratê ketin bin avê. Êdî ew Erebên hawirdekirî, bi navê (Meẍmûrî) yan jî (Ẍemer) hatin naskirin.
Dewleta Baas zevî, dibistan, kar, pileyên hikûmî, pêdawîstiyên jiyanê ligel parastina asayişî û leşkerî ji wan ereban re peyda kir.
Herwiha baştirîn û berhemtirîn zeviyên çandiniyê bi zorê ji cotkarên kurd stand û radestî wan Meẍmûriyan kir û rejîmê ew zevî li ser navên wan jî tapo kir, bi awayekî ku ti mafê yasayî di destê cotkarên kurd de nebe ji bo vegerandina van zeviyan.
Bêhtir ji 4500 malbatên ereb anîn ser axa kurdan. Ew li ser hêla sînorî ya di navbera Serxetê û Binxetê de, wate di navbera Bakur û Rojavayê Kurtdistanê de, bi destê hikûmeta Baas bicih bûn, ku nêzîkî yek milyon donim ji zeviyên kurdî, dan wan, bi wateya ku her malbatekê bi berê 150-300 donim zevî wergirt.
Têkbirina nasnameyê
Bi mebesta têkbirina nasnameya kurdî û pijavtina kurdan bi siyaseta asîmîlasyonê, karekî xurt dihate kirin. Destpêka vê projeyê jî vedigere lêkolînekê ku efserekî Şaxa Siyasî ya Asayişa Rejîma Baasê, bi navê Mihemed Teleb Hilal ku sala 1962 amade kir.
Eşkere di vê lêkolînê de hatibû ku pêwîst e Siyaseta Erebkirinê li hermên kurdî têkeve kar, bi koçkirin, birçîkirin, bêkarkirin û avakirina mêtingehên ku kurdan ji deverên wan bê cih û beş bihêlin. Hejmara mêtingehên erebî gihişte 42 mêtingehan.
Li beramber vê yekê jî têkoşîn û berxwedanek hebû, lê belê hêza kurdan kêm û lawaz bû. Lê piştî şerê 6ê Çiryaya Pêşîn 1973 bi awayekî eşkere û berfireh, projeya Zinara Erebî û anîna Ereban bo navçeyên kurdî hate cîbicîkirin.
Êdî 24ê Hezîrana 1974 biryara hejmar 521 derket, ku zevî ji 150 hezar nişteciyên 385 gunadên kurdî, ji tevaya 497 gundên kurdî, standin, ku bi dehên hezaran welatiyên Ereb anîn herêmên kurdî.
Amara Awarte
Berî projeya Zinara Erebî jî, 05.10.1962 Amara Awarte pêk hat. Vê amarê rojekê tenê dirêj kir. Regeznameya sûrî ji 120 hezar kurdan (Bi rêjeya % 15-20) hate kişandin, ango vê amarê, di wê serdemê de, tenê 100 hezar Kurd li xwe girt.
Lê bi giştî hejmara kesên bê regezname heta sala 2011 gihişte nêzîkî 450 hezar kesên kurd.
Lê ji encama Şoreşa Sûriyê 15ê Adara 2011 rejîma Sûriyê li gorî fermana serokatiyê ya hejmar 49 a 08ê Nîsana 2011 regezname da beşekî mezin ji wan kurdan, bi mebesta ku Kurdan ji vê şoreşê dûr bixîne û bi wateya ku tenê mafê kurdan wergirtina regeznameya sûrî ye.
Beşek ji wan kesên bê regezname bi biyanî hatin binavkirin, ku tenê belgeyên wan ên tomarê hebûn. Lê beşekî din, her ew belge jî nebû. Ev kesên bê regezname, paseport, nasname, hotêl û nexweşxaneyên fermî û tomarkirina mal û samanan bi navên wan, ji wan re qedexe bûn, tew gellek astengî û rêgirî li dibistan û zanîngehan ji wan re derdiketin.
Rudaw
