Alîkarê Serokê Parlamentoya Iraqê neçû ser gorra Ataturk!
Aram Şêx Mihemed di hevpeyvînekê de ji Rûdawê re ragihand: Bexda nahêle alîkariyên leşkerî yên ji derve tên şandin, bigihîje destê Pêşmerge.
Rûdaw: Tu karê vê xula Parlamentoya Iraqê çawa dibînî?
Aram Şêx Mihemed: Beriya bûyerên Hezîranê û hatina DAIŞê jî rewş di kirîzê de bû. Wezîrên kurd vekişiyabûn û mûçe û bûdceya Kurdistanê hatibûn birrîn. Kêşeya petrol û Pêşmerge di navbera Hewlêr û Bexdayê de hebû. Kêşeyên ewlekarî li Enbar û Diyalayê hebûn. Kêşeya sunniyan hebû ku hest dikirin ji proseya siyasî hatine dûrxistin. Piştre bûyerên Mûsilê qewimîn.
Lewma sazkirina yekem rûniştina parlamentoyê ne karekî hêsan bû. Çêkirina hikûmeta Iraqê jî ne hêsan bû, nexasim bo aliyê kurdî ku bi merc û hewldana navneteweyî beşdarî wê hikûmetê bû li ser hîmê belgeyeke siyasî ku mixabin heta niha bi temamî nehatiye bicihanîn. Di aliyê yasadanînê de, ji bilî yasaya bûdeceya sala 2015 ku têkildarî Herêma Kurdistanê û mafên gelê kurd be, ti yasayek din nehatiye parlamentoyê.
Beşdariya kurdan li Bexdayê lawaz e. Hinek dibêjin ku ev destpêka xilasbûna Iraqê ye û kurd giringiyeke zêde nadin Bexdayê?
Derbarê rola kurdan li Bexdayê, bêguman bêyî kurdan desthilatdarî li Iraqê nabe. Lê derbarê rola kurdan û giringîdana bi Bexdayê ji aliyê kurdan, ev girêdayî stratejî û siyaseta kurdî ye. Bi giştî stratejiyeke me ya siyasî ya qels heye.
Çawa?
Serkirdatiya siyasî ya kurd li Herêma Kurdistanê giringiyê nade Bexdayê. Gerek kûrtir û hûrtir rola kurdan li Bexdayê lêkolîn bikira. Çimkî kurd berdewam di nav kêşeyên Bexdayê de bûn. Di mûçeyan de, em pişta xwe bi Bexdayê girê didin. Tew di şerê DAIŞê de jî derwazeyeke navneteweyî ya biçûk li Herêma Kurdistanê vebûye bo alîkariya Pêşmerge. Ji bilî hinek çekên hûr û pêdiviyên leşkerî, Pêşmerge tiştekî din wernegirtine. Bexdayê nehîşt alîkariyên leşkerî bigihên destê Pêşmerge.
Di xula borî de Hevpeymaniya Fraksiyonên Kurdistanî li jêr serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê hat çêkirin. Lê di vê xulê de, fraksiyonên Kurdistanî li oda te dicivin, kî ji vê rewşê berpirs e?
Ez berpirsiyariyê naxim stûyê ti kesî. Lê stratejiya siyasî ya kurdan nîne bo rûbirûbûna kêşe û kirîzan li Bexdayê. Ez nabêjim kî me bicivîne û kî me necivîne. Lê binihêre, bernameya Rûdawê ya Çarqolî heye ku 4 kes rave û şiroveyan dikin, lê belê serkirdatiya siyasî ya kurd wek bernameya Çarqolî nikare rewşa siyasî û leşkerî şirove bike.
Pêwendiya te bi Serokatiyên Herêma Kurdistanê re heye, haya we ji hev heye bo wergirtina helwest û biryarên siyasî?
Erê pêwendiyên me hene, lê pir qels in. Yek ji rexneyên me pêwendiyên Herêma Kurdistanê û nûnerên kurd li Bexdayê ne. Biryar e hemû fraksiyonên kurdî dest bi helmetekê (seferbertî) bikin bo çêkirina hevahengî û têkiliyên bêhtir di navbera nûnerên Kurdistanê û Serokatiyên Herêma Kurdistanê de pêk bên. Çimkî ew yasayên ku li Bexdayê derdikevin, têkildarî Herêma Kurdistanê ne jî.
Di çend rojên borî de helmeteke ragihandinê û hewleke siyasî ya tund a lîsta Dewleta Yasa bo hilweşandina peymana Hewlêr û Bexdayê û dijatiya kurdan hat dîtin, hûn vê yekê çawa dibînin?
Ev karên Dewleta Yasa, ne nû ne. Ji bîra we neçe ku Dewleta Yasa hikûmet û desthilat bû. Dewleta Yasa siyaseta birrîna bûdceya Herêma Kurdistanê meşand û li dijî siyaseta petrolê ya Kurdistanê derket û nehişt yek parçe çek bigihîje Kurdistanê. Di xirabtirîn rojên şerên DAIŞê de, Dewleta Yasa pişta kurdan negirt.
Lê gelo ew hîn di nav hikûmetê de mane?
Erê li parlamentoyê mane. Dewleta Yasa, nexasim alîgirên Malikî kêşeyan ji hikûmetê re çêdikin û dijatiya Ebadî dikin û li dijî lihevkirina Bexda û Herêma Kurdistanê ne. Hinek parlamenterên Dewleta Yasa bi eşkereyî neyartiya gelê kurd dikin. Bi nerîna hinek ji wan parlamenteran, kurd petrola Iraqê didizin û Pêşmerge siyaseta jenosîdê li hinek navçeyan bicih tînin.
Rola Malikî di gijkirin û piştevaniya wan parlamenteran de li Bexdayê heye gelo?
Bêguman rola Malikî di van kêşe û kirîzan de heye. Çimkî fraksyioneke wî ya mezin di parlamentoyê de heye. Zilamên wî di hikûmetê de jî hene. Lê serkirdatiya kurd piştevaniya kar û pêngavên Heyder Ebadî dike.
Ebadî demekê cîgirê yekem ê serokê parlamentoyê bû û tu jî cîgirê duyem bûy. Gelo Ebadî kesekî rastgo û cidî ye?
Ebadî kesekî cidî ye û dixwaze hin reforman pêk bîne. Lê berdewamiya wî di van kar û pêngavên wî de, li ser rewşê û berjewendiyên siyasî dimîne. Nexasim li Iraqê berjewendiyên welatên cîran û yên hundir tev li hev dibin.
Te bi Selîm Cibûrî û şandeke parlamenterên Iraqê re serdana Tirkiyeyê kir. Lê tu neçûy ser gorra Ataturk, çima?
Ew serdana parlamentoya Iraqê di çarçoveya asayîkirina pêwendiyên Iraqê bi welatên cînar de bû. Em çûn Tirkiyê û me bi berpirsên Tirkiyeyê re behsa pêwendiyên dualî û dosyeya ewlekarî û kêşeya penaberan kir. Di protokola serdanê de dîtina gorra Ataturk jî hebû lê ez neçûn ser gorra Ataturk.
Ji bilî min, Dr. Rêbwar ji fraksiyona YNKê û Dr. Musena Emîn ji fraksiyona Yekgirtû û Dr. Faris ji fraksyiona PDKê di nav şanda Iraqê de bûn. Wek desteya serokatiya parlamentoyê bi min ne baş bû, herwiha ez vegeriyam Bexdayê da civîna parlamentoyê birêve bibim. Ne tenê ez, lê parlamenterên kurd ên din jî beşdarî nekirin.
Ev helwesteke te ya siyasî û neteweyî bû, tevî ku posteke te ya serwerî li Iraqê heye?
Erê ev helwesteke min siyasî û neteweyî bû. Qinyata min pê nedihat ez tacek gul deynim ser gorra Ataturk.
Helwesta Selîm Cibûrî û berpirsên Tirkiyeyê çi bû?
Min ji Selîm Cibûrî re got ku ez beşdarî serdana gorra Ataturk nabim. Wî jî got xem nake.
Cudahiya karê parlamentoya Iraqê û parlamentoya Kurdistanê çi ye?
Bersivdana berpirsên hikûmî bo parlamentoya Iraqê ji bersivdana berpirsên Herêma Kurdistanê bo parlamentoya Kurdistanê zêdetir e. Wek mînak, wezîrê berê yê bergiriya Iraqê hatiye parlamentoyê û Heyder Ebadî du caran wek serokê hikûmetê hatiye parlamentoyê. Li Herêma Kurdistanê jî hino hino wezîr û berpirs diçin parlamentoyê. Desteya serokatiya parlamentoyê jî pêngavên baş avêtine. Lê erkê hikûmetê ye ku wezîr û berpirsên xwe bişîne Parlamentoya Kurdistanê.
