• Tuesday, 17 February 2026
logo

Hêzên Pêşmerge hejmarek gundên Kerkûkê ji wan sitendin

Gulan Media January 30, 2015 Nûçe
Hêzên Pêşmerge hejmarek gundên Kerkûkê ji wan sitendin
Çekdarên DAIŞê li başûrê Kerkûkê ji sê aliyan ve êrişî çeperên Pêşemrge kirin û Hêzên Pêşmerge tund bersiv wan dan û ew neçar kirin car din paşve vekişin.

Li gor agahiyên Rûdawê, şeva borî seat 01:30 çekdarên DAIŞê bi otombîlên bombekirî û çekdarên xwekuj êrişî gundên Tellwerd, Meryem Beg, Mela Ebdila û Mekteb Xalid li başûrê Kerkûkê kirin, lê Pêşmerge tund bersiva wan dan.

Şevê din çekdarên DAIŞê qezanc ji keş û hewaya mij û dûmanê wergirtin û li eniyên başûrê Kerkûkê, Guwêr û Mexmûrê jî êriş kirin, lê hemû êrişên wan hatin têkbirin.

Peymanêrê Rûdawê li Meryem Beg ragihand ku, “Di wê êrişê de çekdarên DAIŞê destê xwe danîn ser gundên Mekteb Xalid, Meryem Beg û Nehrwan lê Hêzên Pêşmerge dîsa ew gundên vala ji wan sitendin.”

Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, şerekî giran li wê navçeyê berdewam dike.

Herwiha li gor agahiyên Rûdawê, di wan êrişan de zêdetirî 25 çekdarên DAIŞê hatine kuştin, herwiha fermandarekî Pêşmerge şehîd bûye û 12 pêşmergeyên din jî birîndar bûne.

Rudaw
Top