• Tuesday, 17 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û sefîrê Amerîkayê rewşa dawiyê gotûbêj kir

Gulan Media January 30, 2015 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî û sefîrê Amerîkayê rewşa dawiyê gotûbêj kir
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, roja 29.01.2015ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Steward Jons sefîrê Amerîkayê yê Îraqê û şandeya pê re kir.

Di dîdarekê de têkeliyên herêma Kurdistan û Amerîkayê, lihevhatina vê dawiyê ya navbera hikûmeta herêma Kurdistan û hikûmeta federaliya Îraqê, dawî pêşhatên cenga dijî terorê û serkeftinên pêşmergeyê Kurdistanê bi ser terorîstên DAÎŞ de, hevkarî û alîkariyên Amerîka û hevpeymanan bo herêma Kurdidtanê û bi taybetî êrîşên asîmanî û tesîra wan li ser têkşikandina dijmin, qonaxên bên yên cenga dijî terorê û pirosesa azadkirina Mûsilê û deverên din, hevkarî û hevahengiya navbera arteşa Îraqê û hêzên pêşmergeyê Kurdistanê hatin minaqeşe kirin.

Sefîrê Amerîkayê serkeftinên pêşmerge pîroz kirin û hevxenîya xwe digel malbatên şehîdan parve kir, herwesa wî tekîd kir ku, Amerîka li ser piştevanîkirina herêma Kurdistanê di warê însanî û leşkerî de berdewam dibe.

Serokwezîrê Kurdistanê sipasiya serdana sefîrê Amerîkayê bo herêma Kurdistanê kir û rola Amerîka û hevpeymanan di alîkarîkirina herêma Kurdistanêd e bilind nirxand û daxwaz kir û ew hevkarî û alîkarî zêdetir bibe.



Top