Tirkiyê mzintirîn al li ser sînorê Kobanê bilind kir
Qaymeqamê qezaya Birsûsê yê hevsînorê bajarê Kobanê aşkere kir ku, karbidestên Tirkiyê û bi beşdariya wî merasîma bilindkirina alê encamdan û ew al bi dirêjahiya 12 mitran û bi bantiya 80 mitrî ye û bi stûnekî ku bilindiya wî 40 mitre hat bilindkirin.
Ji aliyê xwe ve rûniştvanên wê navçeyê nîgeraniyên xwe derbarê vê pêngava Tirkiyê derbirîn û ev yek bi nemyeke nerên li hember serkeftina Hêzên Kurdî li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, dane zanîn.
Ji aliyê xwe ve, qaymeqamê Birsûsê Ebdula Çiftecî got: “Ev ala berê li vî cihî bû û me vegernad bo cihê wê ku, ji ber şer û pevçûnên bajarê Kobanê hatibû xwar.”
Basnews
