'Kobanê dê ji nû bê avakirin'
Hevseroka KCD'ê Selma Irmak di serdana Kobanê de axivî û got ji niha şûnde dê înşaya bajarek nû dest pê bike. Irmak got, "Em ê xercê wê ji nû ve çêbikin. Ev der rûmeta me ye."
Şandeya KCD û HDP'ê piştî serdana Kobanê li Taxa Kaniya Murşît daxuyanî dan. Hevseroka KCD’ê Selma Irmak li ser navê heyetê daxuyanî da û “Em li pêşberî şervanên YPG’ê bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Bila hemû cîhan zanibe ku navê şehîdên Kobanê wê bi tîpên zêrîn li dîrokê bên nivîsandin. Dîroka li vê derê wê êdî bi du parçeyî bê bilêvkirin. Dîroka beriya şoreşa Kobanê û ya piştî şoreşa Kobanê. Berxwedanê, dîrok kir du parçe.”
Irmak da zanîn ku yên li Kobanê li ber xwe dan şoreşek afirandin û berdewam kir: “Şehadetên Kobanê şoreşek afirandin. Kobanê wê di dilê Kurdistanê de be. Em ê bîranînên vî bajarî biparêzin. Zarokên me, zarokên zarokên me wê van nirxan bibînin û ji bîr nekin. Wê şervan, şehîd û gaziyên Kobanê ji xwe re weke mîrateyê bibînin.” Irmak herî dawî destnîşan kir ku ew ê Kobanê ji nû ve ava bikin û wiha got: “Ev der rûmeta me ye. li şoreşa Kurdistanê pîroz be.”
Serokwezîrê Kantona Kobanê Enwer Muslim jî got "Li ser navê Kantona Kobanê, em ji yên nirxên Kurdistanê diparêzin re dibêjin hûn bi xêr hatine. Em spasiyên xwe pêşkêşî gelê Kobanê, hemû gelê li çar parçeyên Kurdistanê dikin.”
Piştî daxuyaniyan şandeya KCD û HDP’ê bi rayedarên Kantona Kobanê û şervanên YPG’ê re stran gotin, govend gerandin û serketina Kobanê pîroz kirin.
Xendan
