Li Tileferê 54 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
Berpirsê ragihandina liqa 14 a Partiya Demokrata Kurdistanê li Mûsilê Seîd Memozînî di evê bareyê de ji PNA re ragihand, ku firokeyên Hevpeymanan şev êrişî ser baregehên DAIŞê li Tileferê kirin û bi hûrî binke û bareghên terorîstên DAIŞê li navenda bajarê Tileferê bombebaran kirin û li gor zanyariyan di encama bombebarana firokeyên cengî yên Hevpeymanan de 54 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.
Seîd Memozînî herwiha da xuyakirin, ku 150 malbatên çekdarên DAIŞê li Mûsilê berev Suriyê reviyan.
Herwiha li gor zanyariyan, li bajarê Mûsilê û li nêzîkî termînala rojhilata Mûsilê, bombek bi otomobîleke çekdarên DAIŞê ve teqiyaye û di encam de 3 çekdarên evê grûpa terorîstî hatine kuştin ku du ji wan pileya emîrî di nav rêzên DAIŞê de hebûne.
