Karwaneke din ji hevkariyên Kanadayê gehêşte hêzên pêşmerge
Duh bi merasimekî ku her yek ji wezîrê pêşmerge, Şewirmendê wezareta pêşmerge, Emîndarê wezareta pêşmerge û Konsulusê Kanadayê yê li Îraqê tê de amade bûn, karwaneke din ji hevkariyên hikûmeta Kanadayê pêşkêşî hêzên pêşmerge hate kirin.
Di çarçoveya vê karwana han de hikûmeta Kanadayê hijmareke robotên hilgirtina mînan û çend cure tirimbîlên leşkerî bo hêzên pêşmerge birê kiriye.
Pişt re wezîrê pêşmerge di peyvekî de spasiya hikûmeta Kanadayê kir û gehêştina robotên taybet bo hilgirtina mînan bi pêşkeftineke girîgn wesif kir.
Konsulusê Kanadayê jî eşkere kir ku vê hikûmeta Kanadayê berdewam be li ser pêşkêş kirina hevkariyan û di rojên pêş de vê tiştên baştir jî eşkere bikin.
