Li Diyarbekirê pîrozbahiya serkeftina Kobanê berdewam dike
Piştî berxwedana şervanên kurd ya 133 rojan a li hemberî êrîşên çekdarên rêxitisna Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) li Kobanê, agahiyên serkeftinê li pey hev hatin û gelê bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê li ser van agahiyan derket kolanan. Li Kobanê piştî girê Kaniya Kurdan û taxa Mîktel ji çeteyan hate paqikirin xala herî dawî ya li eniya rojhilat Qesra Bozan Beg jî ji çeteyan hate paqijkirin.
Hemî bajarên bakurê Kurdistanê û bajarê tirkiyê ji ber serkeftina Kobanê pîrozbahiyê bê navber heta nîvê şevê jî berdevam kirin. Gelê Diyarbekir jî serkeftina Kobanê heta nîvê şevê pîroz kirin û û îro, 27ê Çile, jî saet 15.00 li qada Batikent a Diyarbekir ê berdevam dike.
Basnews
