• Tuesday, 17 February 2026
logo

Amerîka: Ensar El Îslamê di nava lîsta terorê de ye

Gulan Media January 27, 2015 Nûçe
Amerîka: Ensar El Îslamê di nava lîsta terorê de ye
Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de bo Rûdawê ragihand ku, rêxistina Ensar El Îslamê ya ku Mela Kirêkar serokatiya wê dikir, di nava lîsta wan ya terorê de ye.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Jen Psakî di bersiva pirsa Rûdawê de wiha got: “Hikûmeta Amerîkayê sala 2006an rêxistina Ensar El Îslamê xist lîsta taybetî ya rêxistinên terorê de, ku ez piştrast im haya te jê heye.”

Jen Psakî wiha domand: “Ji ber ku ew rêxistin di nava lîsta terorê de ye, em nahêlin ku welatiyên me têkeliyê bi wê rêxistinê re bikin û em berjewendî û milkên wê blok dikin.”

Necmedîn Ferec ku navê wî yê din Mela Kirêkar e û emîrê berê yê rêxistina Ensar El Îslamê bû û li paytexta Norveçê, Oslo, hatibû girtin, 25ê hat berdan.


Emîrê berê yê rêxistina radîkal a Ensar El Îslamê, Mela Kirêkar roja 23ê Adara 2012an ji aliyê dadgeheke Norveçê ve li bajarê Osloyê bi tohmeta wê yekê ku gefa kuştinê li Serokwezîra niha ya Norveçê Erna Solberg bi 5 sal cezayê girtinê mehkûm kiribû

Rudaw
Top