• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Şingalê 20 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Gulan Media January 27, 2015 Nûçe
Li Şingalê 20 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Sibeha îro Sêşemê 27.01.2015`an, li qeza Şingalê çekdarên DAIŞê ji çend aliyan ve êrîşî ser pêgehên Pêşmergeyan kirin, lê êrîşa wan rastî şikestinê hatin û ziyaneke mezin jî gehişte çekdaran.

Berpirsê eniya şerê Şingalê general Behram Erîf Yasîn ji BasNewsê re got: “Di wê êrîşê de Pêşmerge li çekdarên DAIŞ`ê hatin hev û derbeyeke kujek li wan xisitn û 20 laşên çekaran li qada şer mane û paşvekişan kirin.”

Behram Yasîn got jî: “Vê sibê firokeyên şer ên welatên hevpeymanan pêgehên çekdarên DAIŞ`ê topbarankirin û ji ber wê yekê jî, gelek çekdarên DAIŞ`ê hatine kuştin ku heta niha hejmara kuştiyan nehatiye zanîn.”

Navborî aşkere jî kir ku, piştî şikestina DAIŞê li eniya bendava Mûsilê û azadkirina rûbereke pir ya navçeya Telefer û Eskî Mûsilê, DAIŞ li bajarê Şingalê jî rûbirûyê lawazî û şikestinê hatiye û em çaverêya birayara ser ya xwe dikin, ji bo paqijkirina tevahiya navçeya Şingalê ji çekdarên DAIŞ`ê.

Basnews
Top