KOBANÎ – Hêzên kurdî dest bi rizgarkirina gundan kirin
Fermandarê hêzên pêşmerge li Kobanî Emîd Muslih Zêbarî ji Rûdawê re got ku ji bo cara yekemîn, îro Hêzên Pêşmerge çekên xwe yên girna li tevahiya bajarê Kobanî belav kirin û niha Hêzên Pêşmerge û şervanên YPGê li aliyê rojava ber bi gundê Minaz û Mezreebrûş ve pêşde diçin.
Emîd Muslih herwiha got, vê sibehê gundên Helincê û rêya gundê ji aliyê hêzên kurdî ve hat kontrolkirin û di her sê rojên borî de gundên Termik, Memît û Gulmîtê jî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin.
Fermandarê hêzên pêşmerge li Kobanî diyar kir ku hêzên kurdî îro çend gund wek armanca girtine ji bo wan rizgar bike û ragihand ku morala pêşmerge û şervanan gelekî bilinde.
Piştî 133 rojan ji şer û pevçûnan duhî, şervanên YPG û YPJê bi piştevaniya Hêzên Pêşmerge û balafirên hevpeymaniyê karibûn bajarê Koabnî ji destê DAIŞê derxînin.
Fermandarên Hêzên Pêşmerge li Kobanî ragihandibû ku, dema ew gihîştin Kobanî, 85% ji aliyê DAIŞê ve hatibû kontrolkirin, lê duhî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanî Muslih Zêbarî mizgîniya rizgarkirina Kobanî bi rêya Rûdawê da gelê Kurdistanê û cîhanê.
Rudaw
