• Tuesday, 17 February 2026
logo

Îmaratê geştên xwe bo Iraqê rawestand lê bo Kurdistanê na

Gulan Media January 27, 2015 Nûçe
Îmaratê geştên xwe bo Iraqê rawestand lê bo Kurdistanê na
Welatê Îmaratê geştên xwe bo Iraqê rawestand, lê geştên balafirên wan bo Başûrê Kurdistanê berdewam dikin.

Hêla asmanî ya Îmaratê di daxuyaniyekê de ragihand: “Ji ber gulebarana ku li balafira Fly Dubai li Iraqê hat kirin, me geştên xwe bi Iraqê rawestandin.”

Rêvebera Balafirgeha Hewlêrê ya Navdewletî Telar Fayîq ji Rûdawê re ragihand: “Wek Herêma Kurdistanê, haya me ji wê yekê nîne û heta niha bi fermî ev biryar negihîştiye me û heta niha jî ew geşte berdewam dikin.”

Rêveberê Balafirgeha Silêmaniyê ya Navdewletî jî ji Rûdawê re got: “Heta niha ew birîyar negihîştiye me jî.”

Tê zanîn ku duhî li balafireke Fly Dubai ya îmaratî li Balafirgeha Bexdayê ya Navdewletî bi çekên sivik hat gulebarankirin û di encamê de 2 rêwiyên wê balafirê birîndar bûn. Herwiha gule li bedena balafirê jî ketin.

Rudaw
Top