• Tuesday, 17 February 2026
logo

Pentagon: Em nikarin bêjin Kobanî bi temamî hatiye standin

Gulan Media January 26, 2015 Nûçe
Pentagon: Em nikarin bêjin Kobanî bi temamî hatiye standin
Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) ragihand, ew vê gavê nikarin bêjin bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê bi temamî ji çekdarên DAIŞê hatiye paqijkirin.

Bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê, ku zêdetirî 4 mehan bû bibû meydana şerekî giran di navbera hêzên kurdî û çekdarên DAIŞê de, îro bi temamî ji DAIŞê hat standin.

Pentagon bi îhtiyat nêzîkî rizgariya Kobanî û ragihand, ew vê gavê nikarin vê yekê piştrast bikin.

Berdevkê Pentagonê General Steve Warren li ser rizgariya Kobanî wiha got: “Ez nikarim bêjin li wir şer xilas bûye lê ez vê dizanin ku hêzên dost li wir serdest in.”

Warren her wiha got, têkoşîna Kobanî hîn xilas nebûye.

Rudaw
Top