• Tuesday, 17 February 2026
logo

Zalmay Xelîlzad pesnê Pêşmerge û Barzanî dide

Gulan Media January 26, 2015 Nûçe
Zalmay Xelîlzad pesnê Pêşmerge û Barzanî dide
Balyozê berê yê Amerîkayê li Iraqê Zalmay Xelîlzad, diyar kir ku di şerê DAIŞê de dinya hemû deyndarê Pêşmerge ne. Xelîlzad her wiha got, Barzanî çû eniyên şer û carek din nîşan da ku Pêşmere ye û ti kes nikare pêşiya wî bigire.

Balyozê berê yê Amerîkayê li Iraqê Zalmay Xelîlzad, ku niha li Hewlêrê ye, ji Rûdawê re axivî û di şerê DAIŞê de pesnê Pêşmerge û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî da.

Zalmay Xelîlzad diyar kir ku cîhan deyndarê Pêşmerge ye ji ber ku eger Pêşmerge şerê DAIŞê nekiriba ev rewş û serkeftinên ku niha çêbûne, pêk nedihat.

Xelîlzad li ser Barzanî jî got, Barzanî çû eniyên şer û carek din nîşan da ku Pêşmerge ye û wiha axivî: “Em di xema parastina ewlehiya wî de bûn lê ti kesî nekarî pêşiya wî bigire.”

Rudaw
Top