• Tuesday, 17 February 2026
logo

Konferansa Mîr a derbarê peywendiyên Herêma Kurdistan-Tirkiye dest bi kar

Gulan Media January 26, 2015 Nûçe
Konferansa Mîr a derbarê peywendiyên Herêma Kurdistan-Tirkiye dest bi kar
Duh duşembe 26/1/2015 danê sibehê li bajarê Hewlêrê konferansa hevbeş a di navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyê bi amadebûna hejmarek berpirsên hikûmî û şarzayan destpê kir.


Serokê enstituya rojhilata navîn bo lêkolînan profîsor Dr. Dilawer Eladîn ragihand: Deh salên borî pêwendiyên Tirkiyê û Herêma Kurdistanê geşedanên zor bi xwe ve dîtiye lê belê piştî serîhildana DAIŞ û alozbûna qeyranan ew pêwendî rûbirûyê çendîn asteng û berbestên cuda bûye, ji ber giringiya stratejî yê cîrantiyê, enstituya Mîr û Forma El Şerq, ev konferans saz kiriye ji bo xatirê lihevtêgihêştinê û gotûbêjkirina çawaniya xortkirina pêwendiyan e.

Dilawer Eladîn got: Ji bo vê mebestê darêjerên siyasetê û yên xwedî biryar û herdu alî mil bi mil li gel amadebûna ekademisyan û pisporan goftûgoyên vekirî û zelal dê pêş bixin û encamên vê konferansê dê karîgeriya xwe ya rasterast li ser siyaset û dîplomasî û asayîş û aboriya herdu welatan hebê.

Herwiha biryare goftûgo derbarê pêwendiyên di navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyê de destpê bike ku heya danê êvara îro jî berdewam dibe.
Top