Kobanî rizgar bû agir bi DAIŞê ket!
Bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê, ku pir kêm mabû bikeve destê DAIŞê lê bi alîkariya Pêşmerge ev rewş hat guhertin, îro hat rizgarkirin û DAIŞê ji bajêr hat derxistin.
Rêxistina DAIŞê ku piştî her şikestinekê gefa tolvekirinê dixwe, dîsa jî vîdyoyek belav kir û vê carê jî gefa tolvekirinê li Obama xwar.
Di vê vîdoyê de ku li derveyî bajarê Kobanî hatiye kişandin, çekdarekî DAIŞê rûyê xwe pêçaye û bi ayetên Qurbanê gefa tolvekirinê dixwe…
Ew çekdarê DAIŞê dibêje: “Bi îzna Xwedê emê li Eyn Îslam (Kobanî) li Eynê Şuheda (Kobanî) bimînin…
Rudaw
