• Tuesday, 17 February 2026
logo

Kobanî bi temamî ji DAIŞê hat standin

Gulan Media January 26, 2015 Nûçe
Kobanî bi temamî ji DAIŞê hat standin
Berdevkê Têkiliyên Derve yên Kantona Kobanî, Îdrîs Nehsan ragihand, bajarê Kobanî bi temamî ji destê DAIŞê hat standin.

Berdevkê Têkiliyên Derve yên Kantona Kobanî, Îdrîs Nehsan ji Rûdawê re got, derdora saet 18:00 bi dema Hewlêrê bi temamî ket destê hêzên Pêşmerge û şervanên YPGê.

Îdrîs Nehsan diyar kir ku ji ber vê yekê di nav bajêr de kêfxweşiyek mezin heye.

Fermandeyê Pêşmerge li Kobanî, Muslih Zêbarî jî ji Rûdawê re got, herî dawî taxa Miqtelê û derdora wê jî ji aliyê hêzên kurdî ve hat kontrolkirin.

Zêbarî anî ziman ku ew çeperên çekdarên DAIŞê yên li nav gundên derdora Kobanî didin ber topan.

Rudaw
Top