BBC rapirsiyê bo serxwebûna Kurdistanê dike
Di rapirsiyê de (BBC) bi Înglîzî, Erebî, Tirkî û Farsî pirsyar dike “Gelo tu çaverêyî nûçeya ragihandina dewleteke Kurdî ya serbixwe dike? Gelo niha ew bingeh têde hene ku serxwebûnê rabighîne? Gelo eger serxwebûn hat ragihandin, paşeroja peyendiyên wê ligel neteweyên cîran wê çawa be?.”
Wê ajansê ji bo gotûbêjkirin li ser van pirsyaran, daxwazê ji xwendevanan dike ku, bi rêya Haştaga KURDSvia BBC# li tora civakî Facebook û Twitterê, her kes bi zimanê xwe ji îro Duşemê 26-1-2015`an de, dest bi bersivdanê bike.
Çawa wê Haştagê bikarbînî?
Her kes li ser rûpela xwe li Facebookê yan Twitter ê, bi zimanekî ji wan 4 zimanên ku (BBC) daniye, bersiva wan pirsayaran bide, bi mercê ku di dawî yan destpêka bersivdana xwe de vê Haştagê binivîse KURDSvia BBC#, bi vê yekê rasterast (BBC) baweriya te jî dixîne nava wê projeyê ku ji bo gotûbêjkirin li ser Serxwebûna Kurdistanê dest pêkiriye.
BBC bêhtir ji 2600 karmendên wê hene û salane nêzîkî 8 milyar dolar bûtçe bo wê tê terxan kirin, di sala 1922`ê de dibin navê “ Navenda Ragihandina Brîtaniya bi Berpirsyaretiya Sînordar” hat damezrandin.
Di sala 1927`an de piştî wergirtina muleta paşayetiyê bû şirîkê dewletê, warên serekî yên karên (BBC) jî, nûçe û zaniyariyan ku bi rêya Radyo, Tv û Entirnêtêre belav dike ye. Diruşma (BBC) eveye “ Her netewek dibê bi aştî û aramî ligel netewên din gotûbêjan bike.”
Basnews
