“Nexşeyên baregehên DAIŞê li Mûsilê ketine destê Pêşmerge”
Fermandarê eniya Şingalê ragihand ku, rewşa Mûsilê têkçûye û berî niha DAIŞê bi 40 kîlometirî alîkariyên xwe ji Mûsil digihandin qeza Şingalê, lê niha pêwîste 400 kîlometirî bibirin heta ku alîkariyan bighînin wê qezayê.
Fermandarê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li eniya Şingalê Behram Doskî taybet ji BasNewsê re ragihand ku “Piştî ku Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê rêya serekî ya Mûsil–Şingalê û Tileferê ligel Sûriyê kontrolkir, piştire Pêşmerge nava Mûsilê topbaran kirin, tirseke mezin ket nava serkirdeyên DAIŞê, ji ber ku berî niha bi 40 kîlometirî alîkarî ji Mûsilê dighandin Şingalê, lê niha pêwîste 400 kîlometirî bibirin heta wan alîkariyan bighînin Şingalê.”
Behram Dosky da zanîn jî ku rewş li nava Mûsilê têkçûye û wiha berdewam kir “Nexşeyên baregehên DAIŞê ketine dest Pêşmerge, niha jî Pêşmerge jî dikarin bihesanî nava Mûsilê topbaran bikin, lê ji ber welatiyên sivîl em nikarin rokêtan arasteyî Mûsilê bikin, lê çalakiyên li dijî DAIŞê li Mûsilê destpêkirine, dengê nerazîbûnê jî li dijî wan bilind bûye.”
Bi gotina wî feramndarê Pêşmerge “Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge Mesûd Barzanî biryar daye ku DAIŞ bi temamî li Iraqê nemîne, lewma eger ne ji nexşeyên Barzanî ba, dê DAIŞ bi hesan jinav nediçûn.”
Navborî da zanîn ku, ev çend şevin DAIŞ bikom ji Mûsilê direvin.
Basnews
