• Tuesday, 17 February 2026
logo

Bo pêşmerge robotê mayinan

Gulan Media January 26, 2015 Nûçe
Bo pêşmerge robotê mayinan
Kanada di çarçoveya hevkariya hevpeymaniya navdewletî de robotên cihên mayinan diyar bike, dê ji bo Hêzên Pêşmerge bişîne.

Berdevkê Wezîrê Pêşmerge Cebbar Yawer ji Rûdawê re got ku Kanada di çarçoveya alîkariyên leşkerî de ji bo pêşmerge dê 7 robotên mayinan û hejmarek tankerên av û petrolê bişîne.

Yawer diyar kir ki ew kargoya tê behskirin dê îro bigihê destê wan.

Şewirmendê Civata Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhî li Hewlêrê hevdîtinek ligel Sefermadarê Kanada Thomas Lawson û şanda ligel wî pêk anibû.

Di vê hevdîtinê de biyara alikariyên zêdetir li dijî şerê DAIŞê bo Herêma Kurdistanê hatibû dayin.

Rudaw
Top