• Tuesday, 17 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî sersaxiyê li şah Selman bin Ebdulezîz dike

Gulan Media January 25, 2015 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî sersaxiyê li şah Selman bin Ebdulezîz dike
Êvariya duh roja yekşemiyê 25.01.2015ê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, digel serok, padîşah û berprisên cîhanî, li koşka Yemame li Riyada paytexta Siudiyê, beşdarî merasima sersaxiya xwedêjêrazî şah Ebdula bin Ebdulezîz padîşahê koçkiriyê Siudiyê de kir û li ser navê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê û hikûmeta herêma Kurdistanê sersaxî li padîşahê nû yê Siudiyê şah Selman bin Ebdulezîz û malbatê wî kir.

Weke tê zanîn, Nêçrîvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê bi serokatiya şandeyekê, îro piştî nivro bi nûneratiya serokê herêma Kurdistanê û hikûmeta herêma Kurdistanê, ji bona beşdarîkirin di merasima sersaxiya padîşahê Siudiyê şah Ebdula bin Ebdulezîz gihiştibû Riyada peytexata wî welatî û li balefirxaneyê ji aliyê mîr Tirkî bin Ebdula bin Ebdulezîzî v hatibû pêşwazî kirin.

Top