Davutoglu li Amedê bi kurdî bang kir
Davutoglu li kongreya partiya xwe ya şaxa Amedê diyar kir ku ew dixwaze ferî kurdî bibe û bi kurdî wiha got: “Hûn bi xêr hatin, hebûna we hebûna me ye.”
Davutoglu anî ziman ku ew bi hemû xelkê Amedê serbilind e û slavên wî ji hemû navçeyên bajêr re hene û wiha domand:
“Dê neviyên Ertugrûl Xazî, Selahaddîn Eyyûbî rabin ser piya, dê li dijî fitne û fesadiyê rabin ser piya. Li hemberî şerxwazan dê bibêjin aştî, biratî, Tirkiyeya nû, Rojhilata Navîn a nû, cîhaneke nû.”
Davutoglu derbarê pêvajoya çareseriyê de jî wiha got: “Em di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de ligel hemû aliyan hevdîtinan pêk tinîn. Pêvajoya çareseriyê pêşketin û paşaroja hemû gelê. Emê li pêvajoyê xwedî derbikevin.”
Davutoglu got ku çi dibe bila bibe dê pêvajoya çareseriyê bigihêje aramanca xwe û wiha domand:
“Ciwanên di kuçeyên Amedê de, ciwanên di kuçe û kolanên Cizîr û Wanê de, ciwanên li Edirne û Konyayê dê li serê çiyayan neyên hemberî hev, li ser sifreyên aştiyê bên ba hev. Emê bi ti awayî wan neynin hemberî hev du."
Davutoglu dê piştî kongreyê serdana parêzgeha Amedê bike û pişt re jî, ji bo beşdarî kongreya partiya xwe ya şaxa Elîhê bibe dê biçe wê derê.
Rudaw
