Naveroka lihevkirina ENKSê û TEV–DEMê
Her du aliyên siyasî yên serekî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine rêkeftinekê derebarê Lêvegera Siyasî de, di destpêka meha bê de wê yekemîn civîna Lêvegerê li darbikeve, TEV–DEM jî spasiya hewlên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dike di dilsoziya wî li ser yekrêziya Kurdan de.
Duh, 24ê Çile, civîna Tevgera Civaka Demokratîk (TEV–DEM) û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi serpereştiya Serokatiya Herêma Kurdistanê, li Hewlêrê bidawî hat, her du alî gehiştin rêkeftinekê ji bo destpêkirina civînên Lêvegera Siyasî ya Rojavayê Kurdisanê û cîbicîkirina xalên rêkeftina Dihokê.
Ji ber ku berî niha ENKSê 3 partiyên xwe ji nava rêzên xwe derkiribûn û biryar dabû ku ew li ser pişka wan tevlî Lêvegera Siyasî cih negire, TEV–DEMê jî rijdbûna xwe li ser beşdarîkirina her 3 partiyan di lêvegerê de nîşandabû, yekemîn civîna Lêvegera Siyasî ya Rojavayê Kurdistanê nehatibû lidarxistin, alozî jî ketibû navbera ENKSê û TEV–DEMê de, lewam carek din her du aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê berê xwe dan Başûrê Kurdistanê û li bajarê Hewlêrê lihevkirin.
Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Başûrê Kurdistanê Xerîb Hiso derbarê lihevkirina ENKSê û TEV–DEMê ji BasNewsê re got: “Biryar hat dayîn ku hejmara endamên Lêvegera Siyasî zêdetir bibe, bi awayekî ku her yek ji ENKSê û TEV–DEMê wê 3 endamên din ji xwe re diyar bikin.”
Li gor rêkeftina Dihokê, ku di 22ê Cotmeha borî de bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hatibû îmzekirin, Lêvegera Siyasî ya Rojavayê Kurdistanê ji 30 endamî pêk dihat (12 endamê ji ENKS, 12 endam ji TEV–DEMê û 6 endamên din ji nav partî û kesên serbixwe yên ne di her du çarçoveyan de bin), lê di lihevkirina Hewlêrê de 6 endamên din li Lêvegera Siyasî hatin zêdekirin, bi wê yekê jî hejmara endaman dibin 36 kes.
ENKSê her yek ji Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (Alpartî), Partiya Yekîtiya Demokratîk (Wihde) û Partiya Wîfaq ji nava rêzên xwe derkiribûn, ji ber ku di helbijartina her 6 endamên serbixwe yên Lêvegera Siyasî de, wan dengê xwe dabûn berbijêrên TEv–DEMê. Lê piştî lihevkirina Hewlêrê dê her 3 pariyên navborî li ser pişka TEV–DEMê di Lêvegera Siyasî de cih bigrin, wek ku Endamên Polîtbîroya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê Ebdulsemed Biro ji BasNewsê re ragihandiye.
Ebdulsemed Biro derbarê wan her 3 aprtiyan de got: “Me biryar dabû ku ew her 3 partî di Lêvegera Siyasî de ne endam bin, lê di lihevkirina Hewlêrê de û ji ber ku bi serpereştiya Serokatiya Herêma Kurdistanê bû, em razî bûn ku li ser pişka TEV–DEMê ew di lêvegerê de cih bigrin.”
Pişît vê lihevkirinê, dê yekemîn civîna Lêvegera Siyasî roja 5ê Sibatê be, di wê civînê de wê komîte werin pêkanîn ji bo ku serpereştiya bicihkirina xalên din ên rêkeftina Dihokê bikin.
Ji aliyek din ve TEV–DEMê, di daxuyaniyekê de spasiya rola Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir li ser dilsoziya wî bo yekrêziya Kurdan.
Basnews
