Serok Barzanî pêşwaziya Serok û Endamên Encûmena Parêzgeha Nînowayê kir
Di hevdîtinê de şanda mîhvan bi navê xwe û nîştecihên Parêzgeha Nînowa pêzanînên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kir ku ew bi xwe raste rast serpereştiya bereyên rûbirûbuna terorîstên Da'îşê dike û ji bo canfedayî û azayetî derxistina terorîstan spasî Pêşmergeyên Kurdistanê kir. Her wiha pirse û serxweşiya xwe pêşkêşî malbat û kesukarê şehîdan kir ku bi xwîna xwe şikesta Da'îşê anîne û ragihand ku ew qerzdarê Pêşmergene û tu demekî azayetiya Pêşmerge nayê ji bîr kirin û dîrok ew canfedayiya Pêşmerge tomar dike. Ji bo himbêz kirin û yarmetîdana koçberan spasî gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir.
Şanda mîhvan tekez kir ku tu kes û aliyek nikarê pêkvejiyana di navbera pêkhatên Parêzgeha Nînowa têk bide. Li beşekî dinê hevdîtinê de behsa qonaxa piştî derxistina Da'îş û çareserkirina wê derzê kir ku Da'îş bi reftarên nemirovane dirust kiriye.
Li mijareke din de, şanda mîhvan bi kurtî li kar û çalakiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kirin û ragihandin ku hemû Endamên Encûmenê bi dil û bi can wekî yek tîm kar dikin. Her wiha daxwaz ji Serok Barzanî kirin li palpiştîkirina hemû pêkhatan de berdewam bibê.
Li beranber da birêz Serokê Herêma Kurdistanê bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û bi kurtî di derbarê destpêka êrîşa rêxistina terorîstên Da'îşê behskir û balkişand li ser wê yekê ku hatina Da'îş ziyanekî mezin bi îslam û hemû pêkhatan gihand, ji bo wê yekê ji navbirin û derxistina terorîstan erkê hemûyane û pêwîste hemû aliyek şiyana xwe yek bixin û rê nedin merama terorîstan pêkbê û divê derxistina terorîstan bibê ewlewiyeta hemûyan.
Serok Barzanî ragihand ku li gor şiyanê palpiştiya wê Encûmenê dike, ji ber ku nûnerayetiya rastiya civakî û siyasiya wê Parêzgehê dike. Di derbarê jiyan û guzeraniya koçberan jî, Serok Barzanî got: Çareserkirina bingehîn pêkhatiye ji rizgar kirina navçeyên wan û vegerana koçber û lêqewimiyan bo ser mal û halên xwe. Her wiha tekez jî kir ku piştî derxistina Da'îş divê zêdetir bingehên pêkvejiyanê bê bi hêz kirin û nabê rê bidin şerê Da'îş bibê sedemek ji bo dirustkirina gengeşeya neteweyî.
Li dawiya hevdîtinê de jî Endamên şanda mîhvan pirsiyar û têbîniyên xwe yên di derbarê rewşa niha ya Parêzgeha Nînowa û pêşrewiyên Pêşmerge li wan navçeyan xistinrû û Serok Barzanî jî bersîva wan pirsiyaran da.
