• Tuesday, 17 February 2026
logo

Angelina Jolie li Kurdistanê ye

Gulan Media January 25, 2015 Nûçe
Angelina Jolie li Kurdistanê ye
Li gorî agahiyên Rûdawê, şevê din hunermenda navdar a cîhanî Angelina Jolie gihîşt Hewlêrê û îro danê sibehê jî çû bajarê Dihokê.

Hatina vê carê ya Angelina Jolie bo Kurdistanê dûrî ragihandinê bû, lê biryar e ku îro danê êvarê li Dihokê civîneke çapemeniyê lidar bixe.

Jolie Nûnera taybet a Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ye û meha Îlonê ya sala 2012an jî hat Kurdistanê, ew jî bo dîtina penaberên Rojavayê Kurdistanê, lê piştî ku vegeriya Amerîkayê ragihand ku ji ber berpirsan û dezgehên ewlehiyê derfeta wê gellekî nebû ku baş penaberan bibîne, lewam hatina wê ya vê carê dûrî ragihandinê bû.

Rudaw
Top