Pêşmerge êrîşeke DAIŞê li Başîqe şikandin
Li eniya Naweran, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê êrîşeke mezin a çekdarên DAIŞê pûçkirin û hejmarek çekdar jî kuştin.
Çavkaniyekê ji Hêzên Pêşmerge ji Basnewsê re got: “Sibeha Îro Yekşem 25-1-2015`an li nêzîkî bajarokê Başîqe li eniya Naweran, hejmarek çekdarên DAIŞ`ê bi çend Hammerên leşkerî êrîşî ser pêgehên Pêşmergeyan ên li bilindiyên Başîqe kirin û Hêzên Pêşmerge jî, bi tundî bersiv dane û şikestin bi wê êrîşê anîn.”
Wê çavkaniyê got jî: “Di bersivdana tund ya Hêzên Pêşmerge li hember êrîşa çekdarên DAIŞ`ê de, çend çekdar hatin kuştin û 4 Hammer jî wêranbûn û hejmarek terim jî, li ber destên Pêşmerge ne.”
Basnews
