• Tuesday, 17 February 2026
logo

DAIŞ li Mûsil hawar dike

Gulan Media January 25, 2015 Nûçe
DAIŞ li Mûsil hawar dike

Malperên nêzîk ji rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) belavokeke parvekirin ku têde bi aşkereyî li şikestina hember Pêşmergeyên Kurdistanê mikur tên.

Di belavoka fermî ya DAIŞê de hatye: “Pêşmerge cemawerên misilman li bajarê Mûsilê bombebaran dike.”

Herwiha DAIŞ di wê belavoka xwe de jî dibêje ku, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê çekên kîmiyayî yên amerîkî bikaranîne û wiha di nîvsê de îdîa dike ku “Êvara îro, Pêşmerge dest bi bombebarana Mûsilê bi xaza jehrawî ya amerîkî kirine.”

Li gor ku ji aliyê DAIŞê ve hatiye belavkirin, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê her du taxên Alarabî û Îslah Zîraîy topbaran dikin.

Ev yekemîn car e ku DAIŞ li şikestina xwe hemberî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê mikur tê.

Basnews
Top