• Tuesday, 17 February 2026
logo

Mela Kirêkar serbest hat berdan

Gulan Media January 25, 2015 Nûçe
Mela Kirêkar serbest hat berdan

Îro yekşeme 25/1/2015 di demjimêr 10:30 xulek danê sibehê, emîrê berê yê grupa Ensaluîslam serbest hate berdan û niha berve mala xwe ve birêketiye.

Sernivîserê malpera Dûrbîn a nêzîkî Mela Kirêkar Karwan Xaneqînî bi peyamekî deng ji Xendanê re ragihad: Berya niha bi nîv demjimêrî emîrê pêşîn yê grupa Ensarulîslam mamoste Mela Kirêkar serbest hatiye berdan û niha li ser rêya malê ye.

Xaneqînî got: Mamoste Mela Kirêkar çi daxuyaniyan ji çi dazgeheke ragihandinê re nade.

Roja 27/3/2012 dadgeha Oslo hukmê 6 sal zîndanî li ser mela Kirêkar de sepand piştre jî dawiya 2012 ew hukim bo 2 sal û 10 meh hate kêm kirin.

Necmedîn Ferec ku bi Mela Kirêkar tê naskirinê, sala 1954`an li gundê Welaxilo a ser bi parêzgeha Silêmaniyê jidayîk bûye û xwendina xwe a bilind li Pakistanê temam kiriye, sala 1991`an berê xwe daye Nirwêjê û mafê penaberiyê wergirtiye.

Xendan
Top