Mesrûr Barzanî: Ew şer pêdiviya xwe bi hêza bejayî heye
Mesrûr Barzanî dibêje lazime şerê bejayî li dijî DIŞIê were kirin.
Şewirmendê civata ewlekariya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî di hevpeyvînekî de li gel kanala Aljazeera ya Engilîsî ragehand ku lazime civaka cîhanî zêdetir hevkar be û xwe bide pêş jiber ku şerê dijî DIŞIê pêdiviya xwe bi hêza bejayî heye.
Mesrûr Barzanî derbarê amade kirina artêşa Îraqê de jî got: Amade kirina artêşa Îraqê boku şerê DIŞIê bike demeke dirêj dixwaze jiber ku pêgehandina artêşa Îraqê bi astekî ku bikarêbe terorîstên DIŞIê ji Îraqê derxe proseseke demdirêje.
Barzanî got: Ew bawerim lazime bo bikar anîna hêza bejayî li dijî terorîstan rêyeke din hebe nekî em bi tenê piştê xwe bidin êrîşên asmanî.
Di bersifa pirsekî de ku gelo hun daxwaza leşker anjî hêzên bejayî yên biyanî dikin? Mesrûr Barzanî got: Ez daxwazeke bi vê rengî nakim lê ew yek li ser civaka navnetewiye ka gelo çiqas bileze daku ji DIŞIê rizgar bibe.
Derbarê çareser kirina kêşeyên Îraqê de jî Barzanî got: Hêvî dikim steraktora nû yaku li ser esasa fedralî hatiye damezrandin anjî konfedralî baştirîn çareserî bin bo kêşeyên heyî.
