Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî tevlî şîna Şahê Erebistanê dibe
Endamê Desteya Ragihandinê ya Wezareta Ewqafê ya Herêma Kurdistanê, Merîwan Neqşbendî ji Rûdawê re got, şandeke Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî dê serdana Erebistanê bikin û tevlî şîna Şah Ebdullah Ebdulezîz bibin.
Merîwan Neqşbendî diyar kir ku şanda Kurdistanê dê sibê tevlî şîna Şahê Erebistana Siûdî bibe.
Şahê Erebistana Siûdî Şah Ebdullah Bin Ebdulezîz duh di temenê 91 saliyê de û ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da û li Riyazê hat definkirin.
Şah Ebdullah 10 salan şahtiya Erebistanê kir.
Serok û lîderên cîhanê jî ji îro ve diçin Riyazê ji bo ku sibê tevlî şîna Şah Ebdullah bibin.
Rudaw
