• Tuesday, 17 February 2026
logo

Iyad Elawî ligel dewleta kurdî ye

Gulan Media January 24, 2015 Nûçe
Iyad Elawî ligel dewleta kurdî ye
Cîgirê Serokomarê Iraqê Iyad Elawî got ku ew piştevaniya dewlata kurdî dike.

Iyad Elawî ji Rûdawê re got ku cihên ku kurd lê dijîn û sinorên wan ên siyasî ji Îranê dest pê dike li ser Sûriye û Tirkiyeyê re digihê heta Rusyayê.

Elawî diyar kir ku ne têne kurdên Iraqê di rojeve de ne, lê belê behsa kurên Îran, Sûriyê û Tirkiyeyê jî tê kirin lê rewşa tevahiya kurdan ji hev cuda ye.

Elawî anî ziman ku hin dewlet ji ber pirsgirêkên xwe yên hindir û ji derve dewleta kurdî pesend nakin û got: “Ez piştevaniya dewlata kurdî dikim. Lê kîjan dewlet? Gelo ya Hewlêrê, yan Silêmaniyê û yan jî ya Qamişloyê?”


Iyad Elawî di derbarê hevdîtina ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re pêk anî de wiha got:

“Min ji birêz Barzanê re wiha got: Dazwaza we ya dawî avakirina dewletê ye lê dewletek nifûsa wê 40 – 50 milyon. Neheqiyê dewleta kurdan nîne. Lê divê ragihandina dewleta kurdî di demek guncan de be.

Lê niha birina navçeyê bi aliyê pirsgirêkan de ji aliyê kurdan ya tirkman, ya îran, ya Amerîka, ya Sûriyê ve dê xizmeta aramî û aştiya herême neke.”


Rudaw
Top