• Tuesday, 17 February 2026
logo

Hêzên kurdî li Kobanî dest bi rizgarkirina gundan kirin

Gulan Media January 24, 2015 Nûçe
Hêzên kurdî li Kobanî dest bi rizgarkirina gundan kirin
Li Kobanî hêzên kurdî piştî Kaşê Miştenûrê rizgarkir, cara yekemîn e ku gundek li başûrê bajêr bi temamî ji destê DAIŞê derxistin.

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanî Emîd Muslih Zêbarî ji Rûdawê re got ku şeva borî derdora saet 02:00ê hêzên kurdî gundê Termik li başûrê Kobanî bi temamî ji destê DAIŞê rizgarkirin û herwiha hêzên kurdî li wê eniya şer pêşde diçin.

Emîd Muslih Zêbarî eşkere kir ku di şerê kontrolkirina gundê Termikê de, wan ziyanek mezin dan rêxistina DAIŞê û tankek û çend wesayîtên wan jî ketine destê şervanên YPGê.

Zebarî di derbarê şerê li rojhilatê Kobanî de jî wiha got: “Şer li taxa Kaniya Ereban li aliyê rojhilat berdewam dike û heta niha ji sedî 75 ji wê taxê ketiye bin kontrol hêzên kurdî û pêşdeçûna şervanên YPGê û pêşmerge li wir berdewam dike.”

Emîd Muslih Zêbarî herwiha anî ziman ku balafirên hevpeymaniya navdewletî îro û şeva borî bi giranî çeperên DAIŞê li bajêr bombebaran kirin.


Şervanên YPG bi piştevaniya Hêzên Pêşmerge Kaşê Miştenûrê 20ê Çileya îsal ji çekdarên DAIŞê paqij kiribûn.

Rudaw
Top