Peyama serxweşiyê ya Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Şahê Şahnişînê Erebî ya Si'udî
Şahzade Meqerin kurê Abdulezîz Cîhnişînê Şahnişîna Erebî ya Si'udî
Gelek bi xem û kovanê ve nûçeya koça dawî ya Şahê Şahnişîna Erebî ya Si'udî, Şah Abdullah kurê Abdulezîz gihîşt me, ku li rewşeke gelek girîngê navdewletî da serkirdayetiya Şahnişîna Si'ûdiyê kir û pêşketin û avadaniyekî zêde pêşkêşî welatê xwe kir û pêşve anî.
Bi navê xwe û gelê Kurdistanê ve, pirse û serxweşiyê pêşkêşî we yên rêzdar û gelê Şahnişîna Si'ûdiye dikim, ji xwedayê mezin hêvîdarim cenabê we biparêzê û xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
23.01.2015
