Hêzên pêşmerge bi tundî Mûsil topbaran dikin
Fermandarekî leşkerî ragehand ku hêzên pêşmerge dest bi topbaran kirina Mûsilê kirine.
Duh Fermandarekî hêzên leşkerî yên li mihwera Rojhilat û Rojavayê Dîcleyê di daxuyaniyekî de diyar kir ku hêzên pêşmerge di çarçoveya êrîşên xwe yên bo ser terorîstên DIŞIê de dest bi topbaran kirina cê û navendên terorîstên DIŞIê di nava bajarê Mûsilê de kirine.
Ev fermandarê han eşkere kir ku hêzên pêşmerge bi mûşe, katûşiya, top û çekên giran bi tundî cê û navendên terorîstan topbaran dikin û jiber topbarana han jî terorîst rastî wendahiyên gelek mezin hatine û terorîstên DIŞIê ketine nava tirisê û moralên wan xirab bûne.
Fermandarê nav hatî tekez li ser vê yekê kir ku terorîst li kûderê bin vê hêzên pêşmerge derfetê nedin wan û wan ji nav bibin.
Her duh hêzên pêşmerge her du gundên Şendoxa û Qadisiye jî ji destê terorîstan azad kirin.
