Serok Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê kir
Di vê kombûnê da şanda mîhvan destxweşiyê li Serok Barzanî û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir ji bo wan serkeftinên ku li bereyên rûbirûbûna terorîstan de bi dest ve anîne û serxweşiyê jî li kesukarê wan Pêşmergeyên qehremanan kir ku li şerê dijî terorîstên Da'îş de şehîd bûne û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran xwestin.
Her li vê civînê de rewşa navçeyên azadkirî û bereyên şer hate nirxandin û tekez li ser palpiştîkirina hêzên Pêşmerge kirin û di derbarê rewşa siyasî û emnî ya Iraqê guftûgoyê kirin.
Her wiha li vê hevdîtinê de behsa pêwîstiya parastina yekrêziya di navbera aliyên siyasiyê Kurdistaniyan li vê rewşa dijwar û pir tehdîd de kirin û tekez li wê yekê kirin ku yekrêziya di navbera aliyan û piştgîriya hêzên Pêşmerge mîsogeriya serkeftina gelê Kurdistane.
