• Tuesday, 17 February 2026
logo

Şaredariya Amedê ‘di tariyê de’ ma, xendeq lêda!

Gulan Media January 23, 2015 Nûçe
Şaredariya Amedê ‘di tariyê de’ ma, xendeq lêda!
Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê, Şîrketa Belavkirina Elekrîkê (DEDAŞ) elektrîka şaredariyê qut kir, karmendên şaredariyê jî li ber avahiya şîrketê xendeq lêdan!

Ev du roj in şîrketa DEDAŞê bi hêceta nedayîna deynan, elektrîka Şaredariya Amedê qut kiriye. Ji ber wê jî îro Şaredara Amedê Gultan Kişanak û komek rayedarên din ên şaredariyê daxuyaniyek rojnamevaniyê dan.

Gultan Kişanak, li dijî şîrketa DEDAŞê bi tundî nerazîbûn nîşan da û got, ev du rojin DEDAŞê bi serê xwe û bêtine elektrîka gellek cihan bi taybet elektrîka navendên parzûnkirina ava bajêr qut kiriye û wiha axivî: “Qutkirina ava bajarekî ku 1.5 milyon mirov tê de dijîn, provokasyon e, bêhurmetî ye li vî gelî.”

Kişanak diyar kir ku qurişek deynê şaredariyê jî tine û wiha got: “Ji wê roja ku DEDAŞ radestî sektora tayet hatiye kirin, me pereyê xwe yê elektrîkê hemû daye. Qurişek deynê me jî tine. Tenê hinek nakokî hene, ev jî dê bi rêya dadgehê bên çareserkirin. Heta ev arîşe neyên çareserkirin ti kes nikare bi tehdîd û zorê bacê ji me bistîne.”

Açıklamanın ardından gazetecilerin sorularını yanıtlayan Kışanak, “Belediye ekipleri DEDAŞ’ın önüne hendek kazdı mı?” sorusuna şu şekilde yanıt verdi:

Şaredara Amedê piştî daxuyaniyê bersiva pirsên rojnamevanan da. Kişanak di bersiva pirsa ku gelê karmendên şaredariyê li ber avahiya DEDAŞê xendeq lêdane? De wiha got:

“Ezê eşkere bêjim. Eger ew wê cesaretê di xwe de dibînin ku trafoya îstasyona ava bajêr jê bikin, ezê jî herim ava wan a qaçax bidim girtin, ezê jî li ber kanalîzasyona wan a qaçax xendeqê lêdim û bigirim. Çi karê DEDAŞê yê derqanûnî hebe emê hemiyan bidin girtin. Ez pir eşkere dibêjim, emê bajêr ji wan re bikin zîndan.”

Rudaw
Top